Complete UDHR text in Latin and Arabic script Kurdish

Danezana gerdûnî ya mafên mirov
Dîbaçe
Herwekî nasîna weqara pêgirê hemû endamên malbata mirovî û mafên wan ên wekhev û (jênager) bingehe azadî, dad û aşitiya cihanê pêk tîne,
Herwekî nenasîn û piçûkdîtina mafên mirov rê dan barbar ku wijdana mirovhiyê didin isyanê û avakirina cihaneke ku tê de ewê heyinên mirovî di peyivîn û bawerkirinê de serbest bin, ji xof û belengaziyê rizgar bin wek xweziya bilindtirîn a mirov hate îlan kirin,
Herweki bingehî ye ku mafên mirov ji alî rejîmeke hiqûqî bên parastin ji bo ku mirov mecbûr nemîne, wek çara dawîn, li dijî zorkarî û zulmê rabe,
Herkekî teşwîqa pêşvebirina peywendiyên dostaniyê di navbera neteweyan de bingehî ye,
Herwekî gelên Neteweyen Yekbûyî di Destûrê de ji nû ve baweriya xwe ya bi mafên bingehî yên mirov, di nav weqar û rûmeta kesê mirovî de û di wekheviya mafên mêr û jinan de, dane zanîn û diyar kirin ku ew biryardar in ku arîkarî bidin pêşveçûna çivakî û bicihkirina mecalên çêtir ên jiyanê di nav serbestiyeke mestir de,
Herwekî dewletên endam qewl dane, ku bi hevkariya Teşkîlata Neteweyên Yekbûyî, riayeta gerdûnî û fiîlî ya mafên mirovî û azadiyên bingehî ewle bikin,
Herwekî têgihiştineke hevbeş a van maf û azadiyan ji bo bi temamî bicîhanîna vê teahudê ji giringiya bilindtirîn e, Civîna Gelemperî vê Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovî wekî îdeala hevbeş a ku hemû gel û hemû netewe dixwazin bighênê ji bo ku hemû kes û hemû organên civakê, ev Danezan timî di bîr de, bi hînkirin û hêvotinê bixebitin ku riayeta van maf û azadiyan pêşve bibin û bi tedbîrên berebereyî yên neteweyî û navneteweyî, nasîn û bicihanîna gerdûnî û fiîlî yên wan him di nav gelên dewletên endam bi xwe him di nav yên erdên ku li jêr hukmê wan de ne ewle bikin.
Bend 1
Hemû mirov azad û di weqar û mafan de wekhev tên dinyayê. Ew xwedî hiş û şuûr in û divê li hember hev bi zihniyeteke bratiyê bilivin.
Bend 2
Heryek, bê tu cihêyî, nemaze ya nijad, reng, zayend (cisn), ziman, ol, ramana siyasî an her ramana din, eslê neteweyî an civakî, serwet, zayîn an her rewşeke din, xwediyê hemû maf û hemû azadiyên ku di vê Danezanê de hatine daxuyankirî ye.
Bi serde, ewê tu cihêyî neyê kirin ji ber statuya siyasî, hiqûqî an navneteweyî ya welat an erdê ku kesek jê tê, heke ev welat an erd serbixwe, li jêr dest, ne xweser (otonom) an li jêr her tahdîda din a serweriyê be an na.
Bend 3
Herkes xwedî mafê jiyan, azadî û ewleyiya şexsê xwe ye.
Bend 4
Ewê tukes di koletî an bindestiyê de neyê girtin; koletî û bazirganiya koleyan bi hemû teşeyên xwe ve qedexe ne.
Bend 5
Ewê tukes nebe tabiê şkence an ceza û muameleyên hov, namirovî an xirabker.
Bend 6
Herkes xwediyê mafê nasîna li hemû ciyan a şexsiyeta xwe ya hiqûyî ye.
Bend 7
Hemû mirov li ber qanûnan wekhev in û bê ciheyî xwediyê mafê parastineke wekhev a qanûn in. Hemû mirov li hemberî her cihêtiya ku vê Danezanê ihlal dike û li hemberî her navtêdana cihêtiyeke wilo xwediyê mafê parastineke wekhev in.
Bend 8
Herkes maf heye ku li hemberî kirinên ku mafên bingehî yên ku qanûna bingehî an qanûn jê re dinasin ihlal dikin, serî li mehkemeyên neteweyî yên selahiyetdar bixe.
Bend 9
Tukes nikare bi awayekî kêfî bê girtin, hebs an sirgûn kirin.
Bend 10
Herkes, di wekheviyeke temamî de, maf heye ku doza wî li ber mehkemeyeke serbixwe û bê alî bi awayekî adil û eşkere bê bihîstin ji bo diyarkirina maf û wacibên wî û ya her tawana curmî li dijî wî.
Bend 11
Her kesê ku bi kirineke curmî tê tawanbar kirin bêrî tê hesibîn ta ku sûcê wî di mehkemeyek eşkere, ku hemû garantiyên ji bo parastina wî pêwist ewle kiribe, bi awayekî qanûnî were îsbat kirin.
Tukes nayê ceza kirin ji ber kirin an nekirinên ku di gava pêkhatina xwe de li gora qanûna neteweyî an navneteweyî ne sûc bûne.
Bend 12
Nabe ku tukes bibe amanca têkilbûnên kêfî yên nav jiyana wî ya arizî, malbata wî, mala wî an nameyên wî, an ziyangihandina şeref û şana wî. Herkes xwediyê mafê parastina qanûn e li hemberî têkilbûn û ziyangihanên wilo.
Bend 13
Mafê her kesî heye ku di nav tixûbên dewletekê de bi serbestî hatûçûnê bike û cihê mayîna xwe bibijêre.
Herkes maf heye ku ji her welatî, yê wî bi xwe jî tê de, derkeve û vegere welatê xwe.
Bend 14
Herkes maf heye ji ber zordestiyê li welatên din daxwaza penahê bike û bibe penabêr. Ev maf nikare bê xwastin ji bo taqîbatên bi rastî ji ber sûceke adî an ji ber kirinên dijî amanc û bingehên Neteweyên Yekbûyî.
Bend 15
Herkes maf heye bibe xwediyê netewahiyekê (miliyetekê). Tukes nikare bi awayekî kêfî ne ji netewahiya xwe ne jî ji mafê netewahî guhartinê bête bêpar kirin.
Bend 16
Ji temenê (emrê) balixiyê pê ve, mêr û jin, bê tu tahdîdên ji ber nijad, netewahî an olê, maf hene ku hev mehr bikin û malbatek deynin. Li hemberî zewacê, di domahiyê zewacê û di dema berdanê de ew xwedî mafên wekhev in.
Mehr tenê bi erêkirina serbest û temamî ya jin û mêr dikare bête birrîn.
Malbat hêmana xwezayî û bingehî ya civakê ye û xwedî maf e ku ji alî civak û dewletê ve bête parastin.
Bend 17
Herkes maf heye ku bi serê xwe an tevî kesên din bibe xwedî mulk.
Tukes nikare bi awayekî kêfî ji mulkê xwe bête bêpar kirin.
Bend 18
Herkes mafê azadiya fikr, wijdan û olê heye; azadiya ol an bawerî guhartin û azadiya ol û baweriya xwe bi tenê an bi hev re him eşkere him arizî, bi hînkirin, emel, îbadet û bicihanîna ayînan nîşandanê jî di nav vî mafî de ne.
Bend 19
Herkes mafê azadiya fikr û îfade heye; mafê ji ber ramanên xwe nehatin êşandin û herweha mafê bêî nasîna tu sînoran û bi her cure navgînan li agahdariyan û fikran gerîn, wan bi dest xistin û îfade û belavkirin dikevin nav vî mafî.
Bend 20
Herkes mafê azadiya aramane civîn û komelê danînê heye.
Tukes nikare bête mecbûr kirin ku bibe endamê komeleyekê.
Bend 21
Mafê her kesî heye ku rasterast an jî bi riya nemînendeyên xwe yên bi serbestî helbijartî di hukûmeta welatê xwe de beşdar bibe.
Herkes maf heye ku di mercên wekheviyê de ji xizmetên giştî yên welatê xwe kelk (istifade) bigire.
Viyana (îradeya) gel bingehê otorîteya hukûmetê ye; divê ku ev viyan xwe di helbijartinên durust ên ku di demên dewrî de, bi raya gerdûnî, wekhev û dengdana dizî an li gora awayeke hevrûmet a ku azadiya dengdanê ewle bike, xwe diyar ke.
Bend 22
Herkes, wekî endamê civakî, mafê ewleyiya sosyal heye; Ew mafdar e ku bi riya xebata neteweyî û hevkariya navneteweyî û li gora tenzîm û hatiniyên her dewletê, doza bidestxistina mafên aborî, civakî û çandî yên ku jo bo weqara wî û geşbûna serbest a şexsiyeta wî ferz in, bike.
Bend 23
Herkes mafê xebatê, serbest bijartina xebata xwe, şertên adil û musaîd ên xebatê û parastina li dijî bêkariyê heye.
Herkes, bêî tu cihêyî, maf heye ku ji bo xebateke wekhev heqek wekhev bistîne.
Herkesê ku dixebite mafê meaşek adil û têrker ê ku dikaribe ji wî û ji malbata wî re jiyaneke şayanê weqara mirovî ewle bike û heke pêwîst be bi îmkanên din ên parastina sosyal bê temam kirin, heye.
Herkes maf heye ku ji bo parastina menfaetên xwe sendîka deyne û bikeve nav sendîkan.
Bend 24
Herkes mafê bihndan (istirahet) û demên serbest û nemaze tahdîdeke maqûl a dema xebatê û tatîlên dewrî yên bi meaş heye.
Bend 25
Herkes mafê sewiyeke jiyanê ku têra ewlekirina saxî û rehetiya wî û ya malbata wî bike heye, nemaze ji bo xwarin, lixwekirin, mal, lênerîna tibbî, wisa jî ji bo xizmetên sosyal ên pêwîst û mafê ewleyiyê di rewşa bêkarî, nexweşî, seqetî, bîtî, pîrî an di rewşên din ên windakirina îmkanên xwe yên jiyanê ji ber sedemên dervavî viyana wî.
Dêyîtî û zarotî mafên arîkarî û lênêrîneke taybetî hene. Hemû zaro, çi yên di zewacê de bûyi çi yên dervayî zewacê, xwediyên eynî parastineke civakî ne.
Bend 26
Herkes mafê hînbûnê heye. Divê ku hînbûn belaş be, qet nebe hînbûna destpêkî û bingehî. Divê ku hînbûna teknîk û meslekî bi firehî belav be û xwendina bilind bi wekheviyeke temamî ji hemû kesan re, li gora şehrezayiya wan, vekirî be.
Divê ku hînkirin geşkirina temamî ya şexsiyeta mirovî û xurtkirina siyaseta mafên mirovî û azadiyên bingehî amanc bigre. Divê ku ew arîkarî bide têgihîştin, musameha û dostaniya nav hemû netewe û hemû komên nijadî an olî, wisa jî pêşveçûna çalakiyên Neteweyên Yekbûyî ji bo xwedîkirina aşîtiyê.
Dê û bav xwediyê mafê pêşîkî ê bijartina cureyê hînbûna zarokên xwe ne.
Bend 27
Herkes mafê bi serbestî beşdarbûna jiyana çandî ya civakê, ji huneran kelkgirtinê û beşdarbûna pêşveçûna zanistî û encamên wê heye.
Herkes mafê parastina menfaetên manewî û maddî yên ku ji ber berhema zanistî, edebî û hunerî ya ku ew bi xwe çêkerê wê ye heye.
Bend 28
Mafê her kesî yê ji bo nîzameke civakî û navneteweyî ya wisan heye ku maf û azadiyên di vê Danezanê de berpêşkirî bikaribin tê de bi temamî bêne cih.
Bend 29
Herkes erk (wezîfe) hene li hember civakê, ya ku tenê tê de geşbûna serbest û temamî ya şexsiyeta wî mimkin e.
Di bikaranîna maf û azadiyên xwe de heryek tenê bi hukmên ku qanûn tenê ji bo ewlekirina nasîn û qedrê maf û azadiyên kesên din û ji bo bicihanîna xwastiniyên rast ên exlaq, pergala giştî û refeha gelemper di civakeke demokratîk de daniye, tê tahdîd kirin.
Ev maf û azadî, di tu rewşê de, nikarin li dijî amanc û bingehên Neteweyên Yekbûyî bên bi kar anîn.
Bend 30
Tu hukmekî vê Danezanê nikare bê tefsîr kirin wekî ku tu maf dide dewletekê, komekê û kesekî ji bo kirina karekî an pêkanîna kirinekî ku rakirina maf û azadiyên ku tê de hatine berpêş kirin amanc bigre.
دانەزانا گەردوونییا مافێن مرۆڤ
دیباچە
هەروەکی ناسینا وەقارا پێگرێ هەموو ئەندامێن مالباتا مرۆڤی و مافێن وان ئێن وەکهەڤ و (ژێناگەر) بنگەهە ئازادی، داد و ئاشتیا جهانێ پێک تینە،
هەروەکی نەناسین و پچووکدیتنا مافێن مرۆڤ رێ دان باربار کو وژدانا مرۆڤهیێ ددن ئسیانێ و ئاڤاکرنا جهانەکە کو تێ دە ئەوێ هەینێن مرۆڤی دپەیڤین و باوەرکرنێ دە سەربەست بن، ژخۆف و بەلەنگازیێ رزگار بن وەک خوەزیا بلندترینا مرۆڤ هاتە ئیلان کرن،
هەروەک بنگەهییە کو مافێن مرۆڤ ژئالی رەژیمەکە هقووقی بێن پاراستن ژبۆ کو مرۆڤ مەجبوور نەمینە، وەک چارا داوین، لدژی زۆرکاری و زولمێ رابە،
هەرکەکی تەشویقا پێشڤەبرنا پەیوەندیێن دۆستانیێ دناڤبەرا نەتەوەیان دە بنگەهییە،
هەروەکی گەلێن نەتەوەیەن یەکبوویی ددەستوورێ دە ژنوو ڤە باوەریا خوەیا بمافێن بنگەهی یێن مرۆڤ، دناڤ وەقار و روومەتا کەسێ مرۆڤی دە و دوەکهەڤیا مافێن مێر و ژنان دە، دانە زانین و دیار کرن کو ئەو بریاردارن کو ئاریکاری بدن پێشڤەچوونا چڤاکی و بجهکرنا مەجالێن چێتر ئێن ژیانێ دناڤ سەربەستیەکە مەستر دە،
هەروەکی دەولەتێن ئەندام قەول دانە، کو بهەڤکاریا تەشکیلاتا نەتەوەیێن یەکبوویی، رایەتا گەردوونی و فئیلییا مافێن مرۆڤی و ئازادیێن بنگەهی ئەولە بکن،
هەروەکی تێگهشتنەکە هەڤبەشا ڤان ماف و ئازادیان ژبۆ بتەمامی بجیهانینا ڤێ تەئاهودێ ژگرنگیا بلندترین ئە، جڤینا گەلەمپەری ڤێ دانەزانا گەردوونییا مافێن مرۆڤی وەکی ئیدەئالا هەڤبەشا کو هەموو گەل و هەموو نەتەوە دخوازن بگهێنێ ژبۆ کو هەموو کەس و هەموو ئۆرگانێن جڤاکێ، ئەڤ دانەزان تمی دبیر دە، بهینکرن و هێڤۆتنێ بخەبتن کو رایەتا ڤان ماف و ئازادیان پێشڤە ببن و بتەدبیرێن بەرەبەرەیی یێن نەتەوەیی و ناڤنەتەوەیی، ناسین و بجهانینا گەردوونی و فئیلی یێن وان هم دناڤ گەلێن دەولەتێن ئەندام بخوە هم دناڤ یێن ئەردێن کو لژێر هوکمێ وان دە نە ئەولە بکن.
بەند 1
هەموو مرۆڤ ئازاد و دوەقار و مافان دە وەکهەڤ تێن دنیایێ. ئەو خوەدی هش و شوئوورن و دڤێ لهەمبەر هەڤ بزهنیەتەکە براتیێ بلڤن.
بەند 2
هەریەک، بێ تو جهێیی، نەمازەیا نژاد، رەنگ، زایەند (جسن)، زمان، ئۆل، رامانا سیاسی ئان هەر رامانا دن، ئەسلێ نەتەوەیی ئان جڤاکی، سەروەت، زایین ئان هەر رەوشەکە دن، خوەدیێ هەموو ماف و هەموو ئازادیێن کو دڤێ دانەزانێ دە هاتنە داخویانکرییە.
بسەردە، ئەوێ تو جهێیی نەیێ کرن ژبەر ستاتویا سیاسی، هقووقی ئان ناڤنەتەوەیییا وەلات ئان ئەردێ کو کەسەک ژێ تێ، هەکە ئەڤ وەلات ئان ئەرد سەربخوە، لژێر دەست، نە خوەسەر (ئۆتۆنۆم) ئان لژێر هەر تاهدیدا دنا سەروەریێ بە ئان نا.
بەند 3
هەرکەس خوەدی مافێ ژیان، ئازادی و ئەولەییا شەخسێ خوەیە.
بەند 4
ەوێ توکەس دکۆلەتی ئان بندەستیێ دە نەیێ گرتن؛ کۆلەتی و بازرگانیا کۆلەیان بهەموو تەشەیێن خوە ڤە قەدەخە نە.
بەند 5
ەوێ توکەس نەبە تابئێ شکەنجە ئان جەزا و موئامەلەیێن هۆڤ، نامرۆڤی ئان خرابکەر.
بەند 6
هەرکەس خوەدیێ مافێ ناسینا لهەموو جیانا شەخسیەتا خوەیا هقوویییە.
بەند 7
هەموو مرۆڤ لبەر قانوونان وەکهەڤن و بێ جهەیی خوەدیێ مافێ پاراستنەکە وەکهەڤا قانوونن. هەموو مرۆڤ لهەمبەری هەر جهێتیا کو ڤێ دانەزانێ ئهلال دکە و لهەمبەری هەر ناڤتێدانا جهێتیەکە ولۆ خوەدیێ مافێ پاراستنەکە وەکهەڤن.
بەند 8
هەرکەس ماف هەیە کو لهەمبەری کرنێن کو مافێن بنگەهی یێن کو قانوونا بنگەهی ئان قانوون ژێ رە دناسن ئهلال دکن، سەری لمەهکەمەیێن نەتەوەیی یێن سەلاهیەتدار بخە.
بەند 9
توکەس نکارە بئاوایەکی کێفی بێ گرتن، هەبس ئان سرگوون کرن.
بەند 10
هەرکەس، دوەکهەڤیەکە تەمامی دە، ماف هەیە کو دۆزا وی لبەر مەهکەمەیەکە سەربخوە و بێ ئالی بئاوایەکی ئادل و ئەشکەرە بێ بهیستن ژبۆ دیارکرنا ماف و واجبێن وی و یا هەر تاوانا جورمی لدژی وی.
بەند 11
هەر کەسێ کو بکرنەکە جورمی تێ تاوانبار کرن بێری تێ هەسبین تا کو سووجێ وی دمەهکەمەیەک ئەشکەرە، کو هەموو گارانتیێن ژبۆ پاراستنا وی پێوست ئەولە کربە، بئاوایەکی قانوونی وەرە ئیسبات کرن.
توکەس نایێ جەزا کرن ژبەر کرن ئان نەکرنێن کو دگاڤا پێکهاتنا خوە دە لگۆرا قانوونا نەتەوەیی ئان ناڤنەتەوەیی نە سووج بوونە.
بەند 12
نابە کو توکەس ببە ئامانجا تێکلبوونێن کێفی یێن ناڤ ژیانا وییا ئارزی، مالباتا وی، مالا وی ئان نامەیێن وی، ئان زیانگهاندنا شەرەف و شانا وی. هەرکەس خوەدیێ مافێ پاراستنا قانوون ئە لهەمبەری تێکلبوون و زیانگهانێن ولۆ.
بەند 13
مافێ هەر کەسی هەیە کو دناڤ تخووبێن دەولەتەکێ دە بسەربەستی هاتووچوونێ بکە و جهێ مایینا خوە ببژێرە.
هەرکەس ماف هەیە کو ژهەر وەلاتی، یێ وی بخوە ژی تێ دە، دەرکەڤە و ڤەگەرە وەلاتێ خوە.
بەند 14
هەرکەس ماف هەیە ژبەر زۆردەستیێ لوەلاتێن دن داخوازا پەناهێ بکە و ببە پەنابێر. ەڤ ماف نکارە بێ خواستن ژبۆ تاقیباتێن براستی ژبەر سووجەکە ئادی ئان ژبەر کرنێن دژی ئامانج و بنگەهێن نەتەوەیێن یەکبوویی.
بەند 15
هەرکەس ماف هەیە ببە خوەدیێ نەتەواهیەکێ (ملیەتەکێ). توکەس نکارە بئاوایەکی کێفی نە ژنەتەواهیا خوە نە ژی ژمافێ نەتەواهی گوهارتنێ بێتە بێپار کرن.
بەند 16
ژتەمەنێ (ئەمرێ) بالخیێ پێ ڤە، مێر و ژن، بێ تو تاهدیدێن ژبەر نژاد، نەتەواهی ئان ئۆلێ، ماف هەنە کو هەڤ مەهر بکن و مالباتەک دەینن. لهەمبەری زەواجێ، ددۆماهیێ زەواجێ و ددەما بەردانێ دە ئەو خوەدی مافێن وەکهەڤن.
مەهر تەنێ بئەرێکرنا سەربەست و تەمامییا ژن و مێر دکارە بێتە بررین.
مالبات هێمانا خوەزایی و بنگەهییا جڤاکێیە و خوەدی ماف ئە کو ژئالی جڤاک و دەولەتێ ڤە بێتە پاراستن.
بەند 17
هەرکەس ماف هەیە کو بسەرێ خوە ئان تەڤی کەسێن دن ببە خوەدی مولک.
توکەس نکارە بئاوایەکی کێفی ژمولکێ خوە بێتە بێپار کرن.
بەند 18
هەرکەس مافێ ئازادیا فکر، وژدان و ئۆلێ هەیە؛ ئازادیا ئۆل ئان باوەری گوهارتن و ئازادیا ئۆل و باوەریا خوە بتەنێ ئان بهەڤ رە هم ئەشکەرە هم ئارزی، بهینکرن، ئەمەل، ئیبادەت و بجهانینا ئایینان نیشاندانێ ژی دناڤ ڤی مافی دە نە.
بەند 19
هەرکەس مافێ ئازادیا فکر و ئیفادە هەیە؛ مافێ ژبەر رامانێن خوە نەهاتن ئێشاندن و هەروەها مافێ بێئی ناسینا تو سینۆران و بهەر جورە ناڤگینان لئاگاهداریان و فکران گەرین، وان بدەست خستن و ئیفادە و بەلاڤکرن دکەڤن ناڤ ڤی مافی.
بەند 20
هەرکەس مافێ ئازادیا ئارامانە جڤین و کۆمەلێ دانینێ هەیە.
توکەس نکارە بێتە مەجبوور کرن کو ببە ئەندامێ کۆمەلەیەکێ.
بەند 21
مافێ هەر کەسی هەیە کو راستەراست ئان ژی بریا نەمینەندەیێن خوە یێن بسەربەستی هەلبژارتی دهوکوومەتا وەلاتێ خوە دە بەشدار ببە.
هەرکەس ماف هەیە کو دمەرجێن وەکهەڤیێ دە ژخزمەتێن گشتی یێن وەلاتێ خوە کەلک (ئستفادە) بگرە.
ڤیانا (ئیرادەیا) گەل بنگەهێ ئۆتۆریتەیا هوکوومەتێ یە؛ دڤێ کو ئەڤ ڤیان خوە دهەلبژارتنێن دوروست ئێن کو ددەمێن دەوری دە، برایا گەردوونی، وەکهەڤ و دەنگدانا دزی ئان لگۆرا ئاوایەکە هەڤروومەتا کو ئازادیا دەنگدانێ ئەولە بکە، خوە دیار کە.
بەند 22
هەرکەس، وەکی ئەندامێ جڤاکی، مافێ ئەولەییا سۆسیال هەیە؛ ئەو مافدار ئە کو بریا خەباتا نەتەوەیی و هەڤکاریا ناڤنەتەوەیی و لگۆرا تەنزیم و هاتنیێن هەر دەولەتێ، دۆزا بدەستخستنا مافێن ئابۆری، جڤاکی و چاندی یێن کو ژۆ بۆ وەقارا وی و گەشبوونا سەربەستا شەخسیەتا وی فەرزن، بکە.
بەند 23
هەرکەس مافێ خەباتێ، سەربەست بژارتنا خەباتا خوە، شەرتێن ئادل و موسائید ئێن خەباتێ و پاراستنا لدژی بێکاریێ هەیە.
هەرکەس، بێئی تو جهێیی، ماف هەیە کو ژبۆ خەباتەکە وەکهەڤ هەقەک وەکهەڤ بستینە.
هەرکەسێ کو دخەبتە مافێ مەئاشەک ئادل و تێرکەر ئێ کو دکاربە ژوی و ژمالباتا وی رە ژیانەکە شایانێ وەقارا مرۆڤی ئەولە بکە و هەکە پێویست بە بئیمکانێن دن ئێن پاراستنا سۆسیال بێ تەمام کرن، هەیە.
هەرکەس ماف هەیە کو ژبۆ پاراستنا مەنفائەتێن خوە سەندیکا دەینە و بکەڤە ناڤ سەندیکان.
بەند 24
هەرکەس مافێ بهندان (ئستراهەت) و دەمێن سەربەست و نەمازە تاهدیدەکە ماقوولا دەما خەباتێ و تاتیلێن دەوری یێن بمەئاش هەیە.
بەند 25
هەرکەس مافێ سەویەکە ژیانێ کو تێرا ئەولەکرنا ساخی و رەهەتیا وی و یا مالباتا وی بکە هەیە، نەمازە ژبۆ خوارن، لخوەکرن، مال، لێنەرینا تببی، وسا ژی ژبۆ خزمەتێن سۆسیال ئێن پێویست و مافێ ئەولەییێ درەوشا بێکاری، نەخوەشی، سەقەتی، بیتی، پیری ئان درەوشێن دن ئێن ونداکرنا ئیمکانێن خوە یێن ژیانێ ژبەر سەدەمێن دەرڤاڤی ڤیانا وی.
دێییتی و زارۆتی مافێن ئاریکاری و لێنێرینەکە تایبەتی هەنە. هەموو زارۆ، چیێن دزەواجێ دە بووی چیێن دەرڤایی زەواجێ، خوەدیێن ئەینی پاراستنەکە جڤاکی نە.
بەند 26
هەرکەس مافێ هینبوونێ هەیە. دڤێ کو هینبوون بەلاش بە، قەت نەبە هینبوونا دەستپێکی و بنگەهی. دڤێ کو هینبوونا تەکنیک و مەسلەکی بفرەهی بەلاڤ بە و خوەندنا بلند بوەکهەڤیەکە تەمامی ژهەموو کەسان رە، لگۆرا شەهرەزاییا وان، ڤەکری بە.
دڤێ کو هینکرن گەشکرنا تەمامییا شەخسیەتا مرۆڤی و خورتکرنا سیاسەتا مافێن مرۆڤی و ئازادیێن بنگەهی ئامانج بگرە. دڤێ کو ئەو ئاریکاری بدە تێگهیشتن، موسامەها و دۆستانیا ناڤ هەموو نەتەوە و هەموو کۆمێن نژادی ئان ئۆلی، وسا ژی پێشڤەچوونا چالاکیێن نەتەوەیێن یەکبوویی ژبۆ خوەدیکرنا ئاشیتیێ.
دێ و باڤ خوەدیێ مافێ پێشیکی ئێ بژارتنا جورەیێ هینبوونا زارۆکێن خوە نە.
بەند 27
هەرکەس مافێ بسەربەستی بەشداربوونا ژیانا چاندییا جڤاکێ، ژهونەران کەلکگرتنێ و بەشداربوونا پێشڤەچوونا زانستی و ئەنجامێن وێ هەیە.
هەرکەس مافێ پاراستنا مەنفائەتێن مانەوی و ماددی یێن کو ژبەر بەرهەما زانستی، ئەدەبی و هونەرییا کو ئەو بخوە چێکەرێ وێیە هەیە.
بەند 28
مافێ هەر کەسی یێ ژبۆ نیزامەکە جڤاکی و ناڤنەتەوەیییا وسان هەیە کو ماف و ئازادیێن دڤێ دانەزانێ دە بەرپێشکری بکاربن تێ دە بتەمامی بێنە جه.
بەند 29
هەرکەس ئەرک (وەزیفە) هەنە لهەمبەر جڤاکێ، یا کو تەنێ تێ دە گەشبوونا سەربەست و تەمامییا شەخسیەتا وی ممکن ئە.
دبکارانینا ماف و ئازادیێن خوە دە هەریەک تەنێ بهوکمێن کو قانوون تەنێ ژبۆ ئەولەکرنا ناسین و قەدرێ ماف و ئازادیێن کەسێن دن و ژبۆ بجهانینا خواستنیێن راست ئێن ئەخلاق، پەرگالا گشتی و رەفەها گەلەمپەر دجڤاکەکە دەمۆکراتیک دە دانیە، تێ تاهدید کرن.
ئەڤ ماف و ئازادی، دتو رەوشێ دە، نکارن لدژی ئامانج و بنگەهێن نەتەوەیێن یەکبوویی بێن بکار ئانین.
بەند 30
تو هوکمەکی ڤێ دانەزانێ نکارە بێ تەفسیر کرن وەکی کو تو ماف ددە دەولەتەکێ، کۆمەکێ و کەسەکی ژبۆ کرنا کارەکی ئان پێکانینا کرنەکی کو راکرنا ماف و ئازادیێن کو تێ دە هاتنە بەرپێش کرن ئامانج بگرە.

UDHR | Country Index | Language Codes

Days Months Months2 Planets Continents Circles Mountains Oceans Seas Rivers
Languages International Organizations UDHR Elements Peace People Religion Sciences Wonders Zodiac
Alphabets: A-B C-E F-J K-L M-Q R-S T-Z IPA Numbers Fonts Impressum SITEMAP
Glossaries: Definitions Albanian | Greek | Armenian American | Polynesian Asian Balto-Slavic Basque | Caucasus Celtic
Constructed Dravidian Germanic Indic Iranian Mongolic | Tungusic Romance Semitic | African Turkic Uralic

Home | Werner Fröhlich | email: geonames@gmail.com | “What’s new